Şandek ji Navçeya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Hollenda serdana birêz Mîlazim Yûnis Rojbeyanî endamê civata serokatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kir ji bo ji nêzîk agehdarbûn li ser rewşa tendrûstiya wî.

Şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ko pêkhatibûn ji birêzan Omer Zawîteyi, Pêşrew Hesen, Reşîd Botanî, Şêrzad Rojbeyanî û Dîndar Koçer.

Birêz Mîlazim Yûnis Rojbeyanî ji aliyê xwe ve spasî û pêzanînên xwe arasteyi şanda PDKê kir û pîrobahiya birêz Omer Zawîteyi kir ko wek kargêrê liqa 6 ya PDKê ya Europa bi dengdanê hatibû helbijartin û her wesa daxwaza serkeftinê bo Navça Hollenda kir di kar û çalakiyan de û xizmeta revenda Kurdî li welatê Hollenda li ser rêbaza pîroza Barzaniyê nemir.

Lijneya Navça Hollenda
Partiya Dêmokrata Kurdistanê
17-2-2022