Back to Top

Derbarê Partîya Demokrata Kurdistanê

pênasîn, dîrok û rêxistina Partî:

Nav: Partîya Demokrata Kurdistanê (P.D.K)

Partîyeka demokrata niştimanîye, bawerîya xwe bi mafên mirovan, dadperwerîya civakî, azdîya tak, mafê netewe ya Kurd û neteweyên din di biryardana çarenivîsê de heye, ji bo bidest anîna wan mafan bi programeka zanistî û bi rêya demokrasîyê û aştîyê kar dike, herweha ezmûnên bizava rizgarîxwaz netewî ya Kurd û kultûra niştimanî û xebata Barzanî yê nemir berçav digre, di gel sûd girtin ji ezmûnên gelan li gor guncandina wê di gel heyama Kurdistanê.

Di 16 Tebaxê sala 1946 a bi serkotîya bavê rohîyê gelê Kurd (Mela Mustefa Barzanî yê nemir) hat damezrandin. Destpêkê navê wê (Partîya Demokrata Kurd) bû, lê di kongira sêyemîn de di 26/01/1953 a ku li bajêrê Kerkûkê hatibû lidarxistin, tê de biryar hat dan ku navê wê bibe (Partîya Demokrata Kurdistanê).


Kongireyên Partî ji destpêka damezrandinê ve:

  1. Kongira yekem: di 16/08/1946 a, bi nihênî li bajêrê Bexdadê li mala (Se'îd Fehîm) bi amadebûna (70) nûneran hat li darxistin.
  2. Kongira duyem: di meha adarê sala (1951) a li bajêrê Bexdadê li mala (Elî Hemdî) bi amadebûna nêzîkî (30) nûneran hat li darxistin.
  3. Kongira sêyem: di 26/1/1953 a li bajêrê Kerkûkê bi amadebûna (40-35) nûneran hat li darxistin.
  4. Kongira çarem: di 4-7/10/1959 a li bajêrê Bexdadê li mala (Kake Zîyad) bi serpereştîya Mela Mustefa Barzanî hat li darxistin.
  5. Kongira pêncem: di meha Gulanê de sala (1960) a li baregeha Partî ya wê demê li bajêrê Bexdadê hat li darxistin.
  6. Kongira şeşem: di destpêka meha Tîrmehê de sala (1964) a li bajêroka Qeladizê hat lidarxistin.
  7. Kongira heftem: di 15/11/1966 a de li Gelale hat lidarxistin.
  8. Kongira heştem: di 1/07/1970 a de li Nawpirdan bi amadebûna (488) nûnerî hat lidarxistin.
  9. Kongira nehem: di 04/10/1979 a de li Zêweya devera (Mergewer) hat lidarxistin, tê de (Mesûd Mustefa Barzanî) bi komê dengan wek serokê Partî hate hilbijardin.
  10. Kongira dehem:di 2-12/12/1989 a li (Mergewer) bi amadebûna (332) nûneran hat li darxistin.
  11. Kongira yanzdem: di sala 1993 a de li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê bi amadebûna (2167) nûneran hat lidarxistin.
  12. Kongira donzdem: di 6-14/10/1999 a de li Hewlêr a paytext bi amadebûna (1473) nûneran hat lidarxistin.
  13. Kongira sêzdem: di 11-18/12/2010 a de li bajêrê Hewlêrê bi amadebûna bêtir ji (1500) nûneran hat lidarxistin.

Armancên Partî

  • Armancên neteweyî yên Partî:
  1. Xurtkirina pêwendîyên birayane û piştevanî û alîkarîkirina hemû part û rêxistinên demokrat û aştîxwaz û rewendên Kurdî, heta ku bi awayekî aştîyane armancên neteweyî yên Kurd tên bidestxistin û belavkirina kultûra dîyalog û lêborînê di nav mala Kurd de û bi karanîna tûnd û tûjiye were qedexe kirin.
  2. Kar ji bo bi navdewletîkirina doza Kurd di çarçoveya rêxistinên navdewletî û herêmî de bi sêweyekî sîyasî, herweha bizava rizgarîxwaza Kurd pileya çavdêr di van rêxistinan de werbigire da ku li ser mafê Kurd tekez bike.
  3. Vegerandina hemû deverên dabrayî bo herêma Kurdistanê li gor wan mîkanîzmên di madeya 140 a destûra Iraqa fedral de hatîye, herweha çespandina sînorên herêmê li ser vê bingehê.
  4. Berevanî kirin ji mafên hemû Kurdên ku li deverên din yên Iraqê niştecihin wek beşekî nedabrayî ji gelê kurd, herweha kar kirin ji bo bihêz kirin û berdewamîya pêwendîyên kultûrî û civakî di gel wan de.
  • Armancên Niştimanî yên Partî:
  1. Xebatkirin bo avakirina civakeka sivîl, têde yasa û hevderfetî serwer be û hemû di bin sîbera desthilateka niştimanî destpak û zelal de bijîn û firehpartî û radestkirina desthilatê bi awayekî aştîyane bihê cihbicihkirin.
  2. Çespandina sîstema demokratî perlemanî fedral li Iraqê ku bi awayekî hevwelatîbûneka temam ji bo Iraqîyan gerentî bike û cihê navdewletîya Iraqê biparêze û serwerî û serbixweyî ya wê dabîn bike.
  3. Parastin û geşepêdana hemû wan destkeftên neteweyî, sîyasî, aborî û kultûrî yên ku bi xebata dîrokî bi desthatine ku ji bingehê ve berhema xwîna şehîdên me û qurbanîdana gelê me û rengvedana vîyana wê ya azad û dilêr e.
  4. Çespandin û xurtkirina yekîtîya niştimanî li herêma Kurdistanê û Iraqê de û karkirin ji bo vedîtina çareserîyên guncaw bo ew pirsên navxweyî yên di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral de hatine hilpesartin.
  5. Geşepêdana sîstema parlemanîya fedral û misogerkirina beşdarbûna hemû pêkhateyên Iraqê di saziyên destûrî de.
  6. Misogerkirina beşdarbûna gelê Kurdistanê di çêkirina û standina biryara sîyasî Iraqî de, bi rêya beşdarî kirin di dezgehên hukûmeta fedral de.
  7. Rêzgirtin li destûra fedral di rêka bi cihanîna bendên wê û bi şêweya pêdivîya xwe ya pîroz bihê zanîn, ji ber ku derbirîneka raste rasta vîyana gelê Iraqê ye û herweha gerentîya mana yekîtîya gel û axa Iraqê ye.
  8. Misogerkirina mafên netewî, kultûrî û îdarî yên Turkman, Kildan, Siryan, Asûrî û Ermen a.
  9. Dabînkirina mafê hemû pêkhateyên olî û mezhebî (Li cî bi cî kirina sirotên olî û damezrandina encumen) bo geşepêdan û rêxistina kerûbarên kultûrî û civakî û geşepêdana wan li herêma Kurdistanê.
  10. Danîna baştirîn pêwendî digel wan partîyên di nava Kurdistanê û Iraqê de kar dikin û bawerîya wan bi destûrê, demokratîyê, mafê mirovan, federalîyê û biratîya niştimanî û dan bi mafê birîyardana çarenivîsa gelê kurd didin.
  11. Çespandina piransîba bihevrejîyanê û gîyane lêborînê di nav hemû pêkhate yên netewî û olî û mezhebîyên gel de.
  12. Karkirin li ser wê çendê ku Iraq rêzgirtinê li pabendîyên navdewletî û bi cihanîna hemû belge û peymanameyên navdewletî bi taybetî ewên bi mafê mirovan û kêmnetewî û mafê çarenivîsê ve girêdayîne.
  • Armancên herêmayetî û navdewletî yên Partî:
  1. Xurtkirina pêwendîyên dostane di navbera herêma Kurdistanê û welatên derdora wê de li ser bingeha berjewendîya hevpişk û rêz li hev girtin û cîrantîya baş û destêwernedanî li nav kerûbarên navxweyî hevdu û çareserkirina arîşe û giriftan bi awayekî aştîyane û li gorî bingeha yasaya giştîya navdewletî.
  2. Pabendbûn bi armanc û piransîbên Netewên Yakbûyî û rêzgirtin li hemû ew peymanname û belgenameyên navdewletî yên ne li dijî berjewendîya gelê Kurdistanê de ne.
  3. Piştivanîkirina pêkolên dewletên dost û hemû ew rêxistinên navdewletî yên hikûmî û ne hikûmî yên pişkdarin li rabûna sîyasî, aborî û kultûrîya herêma Kurdistanê de û çareserkirina arîşeyan bi awayekî aştîyane û berevanîyeka rewa.
  4. Rabûn bi helmeteka navdewletî bo handana welat û rêxistinên navdewletî (bi taybetî Neteweyên Yekbûyî) da ku berevanî li wan welatan bikin, ku tawanên navdewletî li hemberê wan hatine kirin, piştevanîya xebata wan ji bo serxwebûna sîyasî û geşekirina aborî û civakî û kultûrî.
  5. Bihêzkirina pêwendîyên dostane û alîkarîkirina wan gel, part, kesayetî, rêxistinên ne hukûmî yên piştivanîya gelê Kurdistanê dikin.
  6. Piştivanîkirin û bi hêzkirina pêwendîyên dîplomasîyên Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya vekirina nivîsgehên nûneratê li welatên cîhanê li gorî destûra niha ya Iraqê, herweha alîkarîya wan welatana bihê kirin da ku kunsolxaneyên xwe li herêma Kurdistanê vekin, ji bo xurtkirina pêwendîyên corbicor bi wan re.
  7. Wergirtina sîfeta çavdêr bo bizavên rizgarîxwzên Kurd li Neteweya Yekbûyî û ajansên taybet, ku mafê gelê Kurd li jîyabeka aram misoger dike û careka din hevrûşî binpêkirin û cînosaydkirinê nebe.
  8. Bihêzkirin û geşepêdana pêwendîyên Herêma Kurdistanê di gel rêxistinên navdewletî û bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û vedîtina mîkanîzmeka guncaw ji bo pişkdarkirina nûnerên herêmê li kongerên rêxistina navdewletî û komsîyonên pisporên Neteweyên Yekbûyî de.
  9. Pêkol ji bo ektîv kirina piştevanî kirina madî û gîyanî û mana organên Partî li dereveya welêt bi merema:
  • Çêkirina baştirîn pêwendî digel partîyên ku di wan welatan de kardikin, bi taybetî ew partîyên ku bawerî bi demokratî, mafê mirovan û dan bi mafê gelê Kurd di xuyakirin mafê çarenivîsê de didin.
  • Girîngîdan û seredankirina endam û alîgirên Partî li derve.
  • Dîtina rola alîkar bo nivisîngehên nûneratîya Hukûmeta Herêma Kurdistanê bi merema bi hêzkirina pêwendîyên herêma Kurdistanê li dereve û pêşkeşkirina alîkarîya îdarî û mirovî ji bo revenda Kurd û hevwelatîyên Herêma Kurdistanê li dereve.


Serkirde û peyker a niha ya Partî:

  • Navê serokê Partî: Mesûd Barzanî 
  • Cihgirê serok: Nêçîrvan Idrîs Barzanî – serokê herêma Kurdistanê yê niha.

              
Druşim, solgana û ala Partî Demokrata Kurdistanê:

  • Druşma Partî: Nûbûn – Dadperwerî – Bihevrejîyan
  • Ala Partî Demokrata Kurdistanê:


       Nexşesaz: Husên Heyder


Ala Partî bi awayekî serekî ji tîpên (Pdk) pêk tê ku eve jî amaje bi tîpên serekîyên navê Partî didin (Partîya Demokrata Kurdistanê) bi rengên zer û sor ku wek bazingekê hatine kêşan, giringîyên evê Alê:

  1. Rengê zer nîşana hetavê rojê ye, jêdera jîyanê, germahî û wizeye, eve jî her ji destpêka damezrandinê ve rangê partî bû.
  2. Rengê sor nîşana xwîna şehîdên Kurdisatanê ye.
  3. Tîpên (Pdk) mebest ji nexişkirina tîpa (d) bi tîpa biçûk ewe ku biciwanî temaşevan di navbera tîpa (P) û tîpa (K) de bibîne, û bi taybetî bo bihevxistina herdu tîpên (P) û (d) da ku weha xuya bike herdu tîp yekin yanî weha bihê xuyakirin ku herdu rengvedana hevin. Herweha ji bo çêkirina pêwendî navbera herdu peyvên (Kurdistanê) û (Demokrat) ku herdu ji hev neyên cudakirin, herweha herdu tîpên (K) û (d) weha hatine çêkirin ku herdu sitûnên wan yekin.
  4. Qelxan: hêmayê cespandin û çîyayên bilindên Kurdistanê ye, qelxan bi dirêjahîya dîroka bi coşa Kurdan parastina Neteweya Kurd bûye.

Nîşana Partîya Demokrata Kurdistanê:

     Nexşesaz: Cemal Bextîyar

Nîşana Partîya Demokrata Kurdistanê ji du baznan pêk tê, bazna dereve û bazna hudir û rojek ronak têde ye, digel 46 tîran ku nîşana damezrandina Partî ye di sala 1946 a, di navenda rojê de jî bazek heye ku bi ser bilindî rawestaye, li serveyê nîşanê û di nava herdu baznan de navê Partî hatîye nivîsandin, li jêrî bazê tîpên serekîyên (Kurdistan Democratic Party-KDP) hatîye nivîsandin.


Li jêr û di nav baznê de, du dirrikên genim di nav hevdu re derbas bûne û hevdu temam dikin, li jêrî rojê û di valahîya di navbera herdu baznan de (Partiya Demokrata Kurdistanê) hatîye nivîsandin, ev nîşana li ser bagrawindeka sipî hatîye vekêşan, ku nîşana pakî û aştî û azadî û hemahengîyê ye.

Reng û wateyên wan:

  1. Bazna dereve (Sor): Nîşana xwîna şehîdanên Kurdistanê û xebata berdewam e ji bo bidestanîna azadî û serferazîya Kurdistanê.
  2. Bazna navîn (kesik): Ciwanîya siroşt û gundên Kurdistanê nîşan dide.
  3. Roj (zer): Nîşana jêdera jîyanê û ronakîye bo xelkê.
  4. Baz: Nîşana azadî, camêrî, serbilindî, danbixwedagirtin û berxwedanê ye.
  5. Dirrik genim: nîşana çandinê li Kurdistanê ye, jêdera dewlemendîya axa kurdistanê ye.

Bi awayekî giştî rengên vê nîşanê ji rengên ala Kurdistanê ya pîroz hatiye.